Li Xaneqînê 600 donim zevîyên gênim ên cotkarên Kurd hatin şewitandin
Li Xaneqînê 600 donim zevîyên gênim ên cotkarên Kurd hatin şewitandin û cotkarên Kurd ên navçeyê, DAIŞ`ê û hêzên milîs weke berpirsê şewitandina zeviyên xwe nîşan didin.
Li Xaneqîn, Qeretepe û Cebare zêdetir ji 600 donim zeviyên gênim ên cotkarên Kurd hatin şewitandin. Berpirsê Mîhwera Germesêr a Hêzên Pêşmerge jî dibêje: “Ew hêzên ku hatine navçeyê, beşek ji wan DAIŞ in.”
Ligorî rapora mêdyayên iraqî,hevdem akinciyên gundê Mobarek behsa wê yekê dikin, çekdarên DAIŞ`ê û milîs sedema sereke ya aloziyên vê dawiyê ne.
Komîteya parlamentoya Iraqê ji nêzîk ve guh li rûniştvanên gundan girtine û gilî û gazindeyên xelkê deverê û zanyariyên derbarê rewşa xirab a ewlehiya navçeyê dikin raportek û didin parlamentoyê.
Ew yek di demekê de ye ku di heyama heftiykê de li sînorê Xaneqîn, Qeretepe, Cebare û deşta gundê Qamîşelan li rojhilatê Xaneqînê, bêtirî 600 donim zeviyên genim û cêh ên cotkarên Kurd hatine şewitandin.
Akinciyên wan gund û deveran, çekdarên DAIŞ`ê û milîsan bi şewitandina berhemên xwe yên çandiniyê tometbar dikin.