Teqîna erebeyeke bombebarkirî li Enbarê: kuştî û birîndarbûna 3 kesan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304621-teqîna_erebeyeke_bombebarkirî_li_enbarê_kuştî_û_birîndarbûna_3_kesan
Di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî li devera El-Qeza ya rojavayê parêzgeha Enbara Iraqê de sê kes hatin kuştin û birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 24, 2019 09:45 Asia/Tehran
  • Teqîna erebeyeke bombebarkirî li Enbarê: kuştî û birîndarbûna 3 kesan

Di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî li devera El-Qeza ya rojavayê parêzgeha Enbara Iraqê de sê kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gor ajansa Mehr Newsê piştî teqîn hêzên ewlehiyê û yên hawargihandinê duh berêvarê xwe gihandin devera teqînê û lêkolînên xwe ji bo nasandina terorîstên sebebkarê vê bûyerê dan despêkirin.

roja yekşemiya borî jî teqîneke wiha li riya Beledrûzê ya parêzgeha Diyalê ku otûbûsek bûbû hedef, qewmî ku di encamê de 7 kesan can dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Di vê navberê de şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê diyar kir ku di operasyoneke berfireh a hêzên ewlehiyê û leşkerî li çend navçeyên sînorê parêzgeha Selahedînê 11 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 13 binkeyên xwe veşartina wan û 16 yelekên bombebarkirî jî hatine teqandin.

Li gor heman çavkaniyê li çolên parêzgeha Enbarê jî di operasyoneke hêzên dijî teror a Iraqê  şeş çekdarên DAIŞê ku yelekên bombebarkirî li xwe kiribûn hatin kuştin.