Mîrê Kuweytê û Serokwezîrê Iraqê civîyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304594-mîrê_kuweytê_û_serokwezîrê_iraqê_civîyan
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî şeva buhurî li Kuweytê bi Mîrê vî welatî Şêyx Sebah Ehmed Cabir Sebah û Welîehd Newaf Ehmed Cabir Sebah re derbarê alûgurên navçê de gotûbêj kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 23, 2019 11:24 Asia/Tehran
  • Mîrê Kuweytê û Serokwezîrê Iraqê civîyan

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî şeva buhurî li Kuweytê bi Mîrê vî welatî Şêyx Sebah Ehmed Cabir Sebah û Welîehd Newaf Ehmed Cabir Sebah re derbarê alûgurên navçê de gotûbêj kir.

Hilkolandina peywendîyên dualî û navçeyî û sûdwergirtina ji cîgeh û peywendîyên her du welatan jibo hewildana bi merema kêmkirina gêreyên di navbera Têhran û Waşîngtonê de ji mêhwerên muzakirên rayedarên Iraq û Kuweytê di vê hevdîtinê bûn.

Serokwezîrê Iraqê duh danê êvarê di civîna çapemenîyê ya hefteyê de got ku Bexda hemî hewla xwe jibo kêmkirina gêreya di navbera Îran û Amerîkayê de bi kar tîne.