Iraq kete ber bexşandina Amerîkayê ya kirîna gaz û cereyanê ji Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304588-iraq_kete_ber_bexşandina_amerîkayê_ya_kirîna_gaz_û_cereyanê_ji_Îranê
Kardarê balyuzxana Amerîkayê li Bexdayê duh ragihand ku Waşîngtonê Bexda ji boykotên derheq kirîna gaz û cereyanê ji Îranê derxistiye û ew boykotana Iraqê nagire ber xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 23, 2019 09:34 Asia/Tehran
  • Iraq kete ber bexşandina Amerîkayê ya kirîna gaz û cereyanê ji Îranê

Kardarê balyuzxana Amerîkayê li Bexdayê duh ragihand ku Waşîngtonê Bexda ji boykotên derheq kirîna gaz û cereyanê ji Îranê derxistiye û ew boykotana Iraqê nagire ber xwe.

Li gor IRNA, Kardarê balyuzxana Amerîkayê li Bexdayê Joey Hood got: Iraq dikare enerjiya pêwîst a xwe ji Îranê bikire.

Ev kiryara Amerîkayê piştî wê yekê pêk hat ku nekarî Iraqê li warê boykotên li dijî Îranê bi xwe re hevrê bike .

Rayedarên Amerîkî li van mehên borî bi caran ji Bexdayê xwestibûn ku êdî gaz û cereyanê ji Îranê nekire û li babeta boykotên li dijî Îranê bi Waşîngtonê re hevrê bibe. Lê belê rayedarên iraqî li bersiva wan gotibûn ku nikarin boykotên yekalî yên Amerîkayê li dijî Îranê qebûl bikin.

Iraq pareke mezinn ji enerjiya xwe yên wekî gaz û cereyanê ji Îranê dkire.

Serokomarê Amrîkayê Donald Trump li roja sêşemê 8 Golana 2018 bi awayekî yekalî ji Peymana Navokî ya ku Îranê û Koma 5+1(Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rûsya, Çîn û Almanyayê)  ew îmza kiribû û li Konseya Ewlehiyê ya NY hatibû pejirandin, derket û dîsa boykotên li dij Îranê vegerandin.

Ev kiryara Trump ji aliyê civaka cîhanî ketiye ber rexneyên tund.