Kuştina 15 terorîstên DAIŞ`ê li 2 operasyonên hêzên iraqî li Enbarê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304538-kuştina_15_terorîstên_daiŞ_ê_li_2_operasyonên_hêzên_iraqî_li_enbarê
Hêzên Iraqê di encama du operesyonên cuda li parêzgeha sînorî li rojavaya vî welatî de sercem 15 kes ji terorîstên DAIŞ`ê kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 21, 2019 14:52 Asia/Tehran
  • Kuştina 15 terorîstên DAIŞ`ê li 2 operasyonên hêzên iraqî li Enbarê

Hêzên Iraqê di encama du operesyonên cuda li parêzgeha sînorî li rojavaya vî welatî de sercem 15 kes ji terorîstên DAIŞ`ê kuştin.

Li gorî rapora Kurd Pressê,  Navenda Ragihandinê ya çiqa ewlehîya Iraqê   berêvara duşemiyê bi daxûyaniyekê raghand ku hêzên serwîsa rawestana li ber terorîzmê li operasyoneke taybet li navça  çolî li parêzgeha sînorî ya Enbarê li rojava vî welatî cih anîn.

 Li gor tişta ku li daxûyaniya ewlehiyê ya Iraqê hatiye li encama operasyona hêzên serwîsa rawestana li ber terorîzmê li çola Enbarê, şeş kes ji endamên  întiharî yên koma terorîstî ya DAIŞê ku kemberê teqînê girêdabûn xwe kuştin.

 Di hemen demê de , Qeterî El-Ubeydî ji rêberên Heşdê eşayirî li parêzgeha  Enbarê li gotûbêja  bi malpera nûçan a El-Ehd Newsê teqez kir ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê piştî wergirtina lêzanînên têkildarî plan û bernameyên şaxên terorîstî yên DAIŞê bon aêrişa ser hêzên bi cihbûyî li bakurê bajarê sînorî yê El-Retebeyê li başûrê rojava vê parêzgehê dest bi opersyona pêşîlêgirtinê kirin.

 Li gorî gotina El-Ubeydî hêzên ewlehiyê yên Iraqê li opersyona xwe li rojava  Enbarê karîn ku her neh terorîstan bikujin bêyî ku tu xisarekê bibînin.