Pêgiriya Seyid Emar Hekîm li ser navcîtiya Iraqê navbera Îran û Amerîkayê
Rêberê tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê got: Iraq dikare bi mebesta wêdadayîna kêşeya navbera Îran û Amerîkayê navcîtiyê bike.
Li gorî rapora IRNAyê, Seyid Enarê Hekîm, Rêberê tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê roja Yekşemiyê di hevdîtina digel Coy Hûd, Kardarê balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê tevî pêşwaziya ji hin gotinan derbarê meyl û meraqa du aliyan (Îran û Amerîka) jibo kêmkirina kêşeyê, got: Ev gotin dikarin destpêkek jibo bidestxistina rêkarên munasib û dûrkirina gelên navçeyê ji şer û siyasetên dorpêçkirina abûriyê bin.
Seyid Emar Hekîm her wiha got: Kêşeya vê dawiyê navbera Amerîka û Îranê hemî welatên navçeyê dilgiran kirine û gefê li aramî û ewlehiya van navçeyan dixwe.
Kardarê Amerîkayê li Bexdayê pêştir her wiha bi Mihemed Helbûsî, Serokê Parlimana Iraqê ra hevdîtin û gotûbêj kir ku di vê hevdîtinê de rayedarê iraqî li ser çareserkirina nakokiyan û alîkariya bo aramî û tenahiya navçeyê dûr ji her cûre kêşe û pevçûnê pêgirî kir.
Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê di mehên dawî de gellek kiryarên kêşesaz û neqanûnî ji wan derketina ji Lihevkirina Atomî pêk anîne.
Amerîkiyan her wiha di rojên dawî de şerê derûnî li dijî Îranê girantir kirine.