Êrîşa mûşekî li nêzikî balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304503-Êrîşa_mûşekî_li_nêzikî_balyozxaneya_amerîkayê_li_bexdayê
Çavkaniyên nûçeyan qala êrîşa mûşekî li nêzikî balyozxaneya Amerîkayê li Bexdaya paytexta Iraqê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 20, 2019 05:31 Asia/Tehran
  • Êrîşa mûşekî li nêzikî balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê

Çavkaniyên nûçeyan qala êrîşa mûşekî li nêzikî balyozxaneya Amerîkayê li Bexdaya paytexta Iraqê kirin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Wezareta karên hundir a Iraqê lêketina çend mûşekên Katiyoşayê li Navçeya Kesk li nêizkî balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê piştrast kir.

Artêşa Iraqê jî lêketina mûşekên Katiyoşayê li navçeya Kesk a Bexdayê piştrast kir û ragihand ku tu ziyanek ji ber van êrîşan çênebûye.

Kanala Al Alamê jî ragihand ku hêzên ewlehiyê û hêzên çekdar ên Iraqê piştî van êrîşan li navçeya Kesk a Bexdayê, ev navçe girêdane û operasiyona lêgerînê li wir dest pê kirine.

Hevdem digel vê êrîşê, dengê Zengila Xeterê li hin navçeyên Navçeya Kesk bilind bû.

Hevdem helîkopterêîn şêrr li ser vê navçeyê dest bi firriyanê kirin.