Iraqê ji Emerîka û Rejîma Siyonîstî daxwaza xerametê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304496-iraqê_ji_emerîka_û_rejîma_siyonîstî_daxwaza_xerametê_kir
Parlemana Iraqê li bara amadetiya bona pejirandina qanûnekê ku li gor wê ji Emerîka û Rejîma Siyonîstî ji ber îstifada ji çekên qedexe, daxwaza xerametê bike, agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 19, 2019 15:16 Asia/Tehran
  •  Iraqê ji Emerîka û Rejîma Siyonîstî daxwaza xerametê kir

Parlemana Iraqê li bara amadetiya bona pejirandina qanûnekê ku li gor wê ji Emerîka û Rejîma Siyonîstî ji ber îstifada ji çekên qedexe, daxwaza xerametê bike, agahî da.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Endamê komîsyona peywendiyên  derve yên parlemana  Iraqê îro yekşemiyê bal kişand ser vê yekê ku ev komîsyona bona amadekirina vê qanûna giring li halê hewldanê ye. Li vê qanûnê ser pêkanîna  komîteyekê bona kivşkirin û dayîna  xisaretê bo qurbaniyên iraqî  ji ber şerên  Emerîka û hevpeymanên wê ji wan Rejîma  Îsraîlê bi taybet şerên 1981`an û bombebarana teşkîlata  navokî ya  Iraqê ji aliyê Rejîma Siyonîstî û 1991`an  şerê kendava Farsê û 2003`an dairkirina Iraqê hatiye teqezkirin.

  Li gorî gotina El-Sekînî, reşnivîsa vê qanûnê serokwezîr û Wezareta karên derve ya Iraqê peywirdar dike ku li civaka  cîhanî xisarên  ji ber şerên Emerîkayê û hevpeymanên wê bistînin.

Dawîn rapora fermî ya Wezareta tendrutiyê ya Iraqê ku ya sala 2011`an e nîşan dide zêde ji 20 hezar û 270 nexweşiyên kanserê li Iraqê hene û yek ji hegerên  belavbûna  nexweşiyên  kanserê li Iraqê şerên kavilkir ên 25 salên vê dawiyê yên Emerîkayê li dijî Iraqê ye.

 Hêzên emerîkî ku li sala 2011`an ji ber işkest û işkestên berdewam, neçar mane terka axa Iraqê bidin li sala 2014`an bi mehna rawestana li ber DAIŞê bi hevalbendiyeke qaşo navneteweyî re cardinê derbasî vî welatî bûn û bi caran xelkê sivîl û esker li Sûriyê û Iraq dane ber êrişan.