Baregeheke mezin a DAIŞ`ê li Al Anbarê hat têkbirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304491-baregeheke_mezin_a_daiŞ_ê_li_al_anbarê_hat_têkbirinê
Wezareta Berevanîyê ya Iraqê ragihand ku baregeheke mezin a DAIŞ`ê li rojavaya parêzgeha Al Anbarê bi alîkarîya balafirên cengê yên vî welatî hat jinavbirinê. Ji hêla din ve serkirdeyekî diyar ê DAIŞ`ê li aliyê çep ê bajarê Mûsilê hat desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 19, 2019 14:15 Asia/Tehran
  • Baregeheke mezin a DAIŞ`ê li Al Anbarê hat têkbirinê

Wezareta Berevanîyê ya Iraqê ragihand ku baregeheke mezin a DAIŞ`ê li rojavaya parêzgeha Al Anbarê bi alîkarîya balafirên cengê yên vî welatî hat jinavbirinê. Ji hêla din ve serkirdeyekî diyar ê DAIŞ`ê li aliyê çep ê bajarê Mûsilê hat desteserkirin.

Ligorî rapora Kanala Al Faratê, Wezareta Berevanîyê ya Iraqê ragihand hêzên Opêrasyonên Al Anbar û Al Jazeerê di encama opêrasyoneke hevpar de karîn ku bi hevkarîya hêzên hewayî yên Artêşê, baregeheke mezin a têrorîstên DAIŞ`ê li rojavaya baregeha Ayn ul Asadê ku jibo perwerdekirin û sitirandina wan dihat bikaranînê, peyda bikin û ji nav bibin.

Hêzên Fermandetîya Polîsên Neynewayê jî serkirdeyekî naskirî yê DAIŞ`ê bi navê Cîhad Ensarî desteser kirin.”

Li gor daxuyaniyê, "Ensarî di çarçoveya proseyeke ewlehiyê de li aliyê çep ê bajarê Mûsilê hatiye desteserkirin."

Hêzên Heşdi Şeibî jî di encama opêrasyonekê da têrorîstên mayî yên DAIŞ`ê û sitargehên wan li başûra Samerrayê li parêzgeha Selahedînê têk birin.