Baregeheke mezin a DAIŞ`ê li Al Anbarê hat têkbirinê
Wezareta Berevanîyê ya Iraqê ragihand ku baregeheke mezin a DAIŞ`ê li rojavaya parêzgeha Al Anbarê bi alîkarîya balafirên cengê yên vî welatî hat jinavbirinê. Ji hêla din ve serkirdeyekî diyar ê DAIŞ`ê li aliyê çep ê bajarê Mûsilê hat desteserkirin.
Ligorî rapora Kanala Al Faratê, Wezareta Berevanîyê ya Iraqê ragihand hêzên Opêrasyonên Al Anbar û Al Jazeerê di encama opêrasyoneke hevpar de karîn ku bi hevkarîya hêzên hewayî yên Artêşê, baregeheke mezin a têrorîstên DAIŞ`ê li rojavaya baregeha Ayn ul Asadê ku jibo perwerdekirin û sitirandina wan dihat bikaranînê, peyda bikin û ji nav bibin.
Hêzên Fermandetîya Polîsên Neynewayê jî serkirdeyekî naskirî yê DAIŞ`ê bi navê Cîhad Ensarî desteser kirin.”
Li gor daxuyaniyê, "Ensarî di çarçoveya proseyeke ewlehiyê de li aliyê çep ê bajarê Mûsilê hatiye desteserkirin."
Hêzên Heşdi Şeibî jî di encama opêrasyonekê da têrorîstên mayî yên DAIŞ`ê û sitargehên wan li başûra Samerrayê li parêzgeha Selahedînê têk birin.