Rexneya wezîrê niftê yê Iraqê ji biryara şîrketa emerîkî ya EXON MOBIL`ê
Wezîrê niftê yê Iraqê biryara şîrketa emerîkî ya EXON MOBIL li derxistina kedkarên xwe ji meydana niftê ya El-Qernê li Besrayê rexne kir û teqez kir: Derxistina wan tu bandorê ser pêvajoya karê vê meydana niftê nekiriye.
Li gorî rapora Mêhr Newsê, û ji zarê El-Neşrê, Samir El-Xezban wezîrê niftê yê Iraqê got: Ev biryara şîrketa emerîkî ya EXON MOBIL nayê pînekirin û hegera wê ne tirsa ewlehiyê ye belkî armancên siyasî li pişt wê hene.
Îhsan Ebdulcebar Îsmaîl, rêveberê şîrketa niftê ya Besrayê jî got: Kedkarên şîrketa EXON MOBIL ev demeke kurt e ku li Besrayê de ne û beşdarnebûna wan heta sedî yek jî bandorê ser berhemanîn û an cihanîna projeyan nekiriye.
Li gor vê raporê, li meydana nift û gazê ya El-Qerneya Iraqê, 1700 kes kar dikin ku bi tenê 400 kes ji wan ne iraqî a iraqiyên malnişîn in û bi tenê 30 kes ji van kedkaran ku piranî misteşar an kedkarên aborî an vîzîtor in, çûne dobêyê.
Şîrketa EXON MOBILê vê dawiyê raghand ku ji ber zêdebûna gefên ewlehiyê kedkarên xwe ji Iraqê derdixîne.Roja şemiyê, 18 Gulanê hejmarek ji kedkarên vê şîrketê hatine guhestin bo Dubayê