Iraqê bersiva Behreynê bi aşkera da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304476-iraqê_bersiva_behreynê_bi_aşkera_da
Piştî ku Behreynê ji welatiyên xwe xwest ku sefera Iraqê nekin û behreyniyên ku li Iraqê ne terka vî welatî bidin, parlemana Iraqê bertekeke tund nîşanî rejîma Alê Xelîfe da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 19, 2019 10:09 Asia/Tehran
  • Iraqê bersiva Behreynê bi aşkera da

Piştî ku Behreynê ji welatiyên xwe xwest ku sefera Iraqê nekin û behreyniyên ku li Iraqê ne terka vî welatî bidin, parlemana Iraqê bertekeke tund nîşanî rejîma Alê Xelîfe da.

Ajansa Mehr Newsê duh ji zar El-Nehreynê ragihand ku endamê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya Parlemana Iraqê Kerîm Elîwî li berteka vê kiryara Behreynê got: Behreyn û hin welatên din ên erebî di her rewşekê de bi dû Amerîkayê ve dimeşin û hedefa wan ji xwestekên wiha xirab nîşandayîna rewşa Iraqê ye.

Kerîm Elîwî bal kişand ser vê yekê ku rewşa Iraqê  ji babeta ewlekariyrê û îstiqrarê pir baş û bi îstiqrar e û hin welatên erebî qet rewşeke wiha tinen û di vê çarçovê de got: Rewşa Iraqê tam li bin kontrola hêzên ewlehiyê ye û ti metirsiyek ji biyaniyan re tine.

Wezareta derve ya Behreynê vê dawiyê ji welatiyên xwe xwest ku sefera Iraqê nekin û behreyniyên ku li Iraqê ne jî terka vî welatî bidin.