Amerîkayê neçar ma bi fermî daxwaza lêborînê ji Iraqê bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304471-amerîkayê_neçar_ma_bi_fermî_daxwaza_lêborînê_ji_iraqê_bike
Piştî ku balefirekî Hevpeymaniya Navdewletî ya qaşo li dijî DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê otombîleke leşkerî ya Polîsa Federalî ya Iraqî bombebaran kir, Amerîka neçar ma bi fermî daxwaza lêborînê ji Iraqê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 19, 2019 08:02 Asia/Tehran
  • Amerîkayê neçar ma bi fermî daxwaza lêborînê ji Iraqê bike

Piştî ku balefirekî Hevpeymaniya Navdewletî ya qaşo li dijî DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê otombîleke leşkerî ya Polîsa Federalî ya Iraqî bombebaran kir, Amerîka neçar ma bi fermî daxwaza lêborînê ji Iraqê bike.

Balefirekî Hevpeymaniya Navdewletî ya qaşo li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka roja 24ê Nîsana borî li devera Riyazê ya bajarê Huweycê li  parêzgeha Kerkûkê li gor gotina vê hevpeymaniyê bi şaşî otombîleke leşkerî ya Polîsê Federalî ya Iraqî bombebaran kir û di encamê de polîsek hat kuştin û 2 polîsên din jî birîndar bûn.

Ev cinayeta Amerîkayê rastî nerizamendiyên berfire ji aliyê xelkê Iraqê û grûp û rayedarên vî welatî hat û fermandetiya polîsê fedral a Iraqê jî diyar kir ku ser vê bûyerê komîteya lêkolînê pêk tîne.Herwiha biryar hatibû dayî ku palemana Iraqê jî li civîneke xwe vê meselê bi hûrî hilkole.Ev hewldan bû sebeb ku  Amerîka bi fermî daxwaza lêborînê ji Iraqê bike.

Polîsa Federalî ya Iraqê di daxuyaniyekê de belav kir, berpirsê karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê Joey Hood ji bo daxwza lêborînê ji Iraqê duh serdana Baregeha Polîsê Federalî li Bexdayê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Joey Hood bi armanca serxweşiya polîsê hatiye kuştin û daxwaza lêborînê ji Fermandariya Polîsê Federalî ya Iraqê serdana wan kiriye.