Parlimanterekî iraqî: Tu şerek di navbera Amerîka û Îranê de naqewime
Endamê Komîsiyona Ewlehî û Berevaniyê ya Meclisa Iraqê ragihand ku ev gêre û kêşeyên di navbera Îran û Amerîkayê da wê derbas bin û hema wekî gefekê ne û tu şerek di navbera her du aliyan de naqewime.
Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Pressê, Nasir Yûsif Endamê Komîsiyona ewlehî û berevaniya meclisa Iraqê li gotûbêja xwe ya tev ajansa nûçan a SNN ragihand: Ev gêre û kêşeyên di navbera Îranê û Amerîka dê derbas bin û hema wekî gefekê ne û tu şerek di navbera her du aliyan naqewime û hedefa Amerîka ji van cure gefan zextûzora ser Îranê ye.
Vî Endamê Komîsiyona ewlehî û berevaniya meclisa Iraqê ragihand: Xetera şêr di navbera Amerîka û Îranê micid nîne û dewleta Amerîka qet biryara birêxistina şêr tuneye û rewşa hundirî û bîr û raya giştî ya li nav Amerîka bona birêxistina şerek amade nîne.
Nasir Yûsif ku nûnerê partiya demokrata Kurdistana Iraqê li parlemana Iraqê ye ragihand ku hema navça rojhilata Navîn bi xwe jî şerek din tamil nake.