Bexdayê biryar daye ku sîstema mûşekî ya S-400`ê bikire
Balyozê Iraqê li Moskovayê qala biryara Bexdayê jibo kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400 a Rûsiyê kir.
Li gorî rapora Sky Newsê, Heyder Mensûr Hadî, balyozê Iraqê li Moskovayê got ku Bexdayê biryar daye ku Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400 a Rûsiyê bikirre.
Wî li konferanseke çapemeniyê li Moskovayê got: Derbarê kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400 a Rûsiyê heta niha nexşeriyek tuneye ku demajoyeke diyarkirî di vî warî da nîşan bide, lê dewleta Iraqê ev biryar daye û dixwaze ku van mûşekan bikirre.
Pêştir jî Hakim Zamilî ji nûnerên parlimana Iraqê qala hin gotûbjên navbera vî welatî û Rûsiyê jibo kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê kiribû.
Pergala Berevaniya mûşekî ya S-400 a Rûsiyê ya Erd bi Esman, bi şiyana avêtina hevdem a 72 mûşekan û jinavbirina armancên taktîkî û Balistîkî bi mesafeya ji pênc heta 60 kîlomitrî û ji du heta 27 kîlomitran bilindahiyê, ji pêşketîtirîn pergalên berevaniyê li cîhanê ye.