Vekişandina beşeke zêde ya kedkarên balyzoxana Emerîkayê li Iraqê
Rayeadrên Emerîkayê ferman dan ku beşeke zêde ji kedkarên balyozxana Emerîkayê li Bexdayê û konsûlxana vî welatî li Hewlêrê ku peywirdariya wan a ewqas giring tine, ji Iraqê derkevein.
Li gorî rapora Sputnik`ê, li daxûyaniya balyoazxana Emerîkayê li Bexdayê hatiye gotin ku dayîna vîzeyê li balyozxana Emerîkayê li Bexdayê û konsûlxana vî welatî li Hewlêrê tê rawestandin.
Li vê daxûyaniyê hatiye destnîşankirin ku rayedarên Emerîkayê îmkanateka kêm bona raberkirina xizmetên awarte bo welatiyên xwe li Iraqê hene.
Associated Pressê diyar kiriye ku ev biryara ji ber nakokiya zêde di peywendiyên Emerîka û Îranê de hatiye dayîn.
Herftiya buhurî li Waşengtonê raghandin ku gefên cidî ji aliyê Îranê bo emerîkiyan û berjewendiyên Emerîkayê li navçê tên dîtin.
Rewşa kendava Farsê piştî ku Têhranê raghand ku li bersiva derketina Emerîkayê ji rêketina navokî dê dev ji cihanîna hin berpirsiyariyên xwe li hember vê hevhatinê berde, aloztir bûye.
Emerîkayê komapaporê hilgirê balefiran a Abraham Lînkon, balefirên stratejîk û çek û sîlehnên din şandine navçê.
Peywendiyên Emerîka û Îranê piştî bidesthilatbûna Donald Trump aloztir bûne. Serokkomarê Emerîkayê Îranê bi lihevxistina aramiya li navçê û pştgiriya j terorîzma cîhanî tawanbar dikin. Rayedarên Îranê di bersivê de tevî redkirina van tawanan soz dane ku li hember zext û zora Waşengton teslîm nebin û şopandina bîr û hizrên xwe yên siyasî bidomînin.