Serokwezîrê Iraqê dijî boykotên yekalî yên Amerîakyê yên himberî Îranê derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304179-serokwezîrê_iraqê_dijî_boykotên_yekalî_yên_amerîakyê_yên_himberî_Îranê_derket
Serokwezîrê Iraqê neyarîya xwe himberî boykotên yekalî yên Amerîakyê yên dijî Komara Islamî ya Îranê ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 10, 2019 05:10 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê dijî boykotên yekalî yên Amerîakyê yên himberî Îranê derket

Serokwezîrê Iraqê neyarîya xwe himberî boykotên yekalî yên Amerîakyê yên dijî Komara Islamî ya Îranê ragihand.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî duh di hevdîtina digel sefîrên Birîtanya, Alman û Fransayê li Bexdayê de careka din pêgirî kir ku Bexda yê nebe beşeke pergala boykotên Amerîkayê ya dijî gelê Îranê.

Ebdulmehdî ji sefîrên ewrûpî re herwiha got ku Iraq pêgirîyê ser peywendî û hevkarîya bi hemî cînaran û welatên ereb ên navçê û cîhanê re dike.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê di dewama kiryarên bikîn ên dijî Komara Islamî ya Îranê de, bi fermanekê boykotên nû dijî pêşeya hesinan a Îranê sepandin.