Parlimanterekî iraqî: Bexda ne pêbendê boykota Emerîkayê ya dijî Îranê ye
Endamê Komîsyona Peywedniyên Derve ya Parlemana Iraqê got: Peywendiyên dîrokî û cuxrafiyayî yên Îran û Iraqê pêwîst dike ku Bexda ser boykotên Waşengtonê li dijî Têhranê pêbend nebe.
Neîm El-Ebûdî endamê kmîsyona peywedniyên derve yê parlemana Iraqê li gotûbêja bi Rûsiya Elê-Yewmê re got: zext û zora Emerîkayê ser dewleta Iraqê li bara hevrêtiya bi botkotan li dijî Îranê qet nayê qebûlkirin û Bexda divê bi qawet li bara bûyer û alûgurên navçê biryarê bide.
El- Ebûdî destnîşan kir: Iraq welatekî bi hêz e û dikare li bûyerên siyasî rola xwe hebe.
Hesen Salim, nûnerê hevalbendiya Fathê li parlemana Iraqê jî li gotûbêja bi malpera nûçan a El-Melûmê re got: Helwesta dewleta Iraqê diyar e û ev welata ser boykotên Emerîkayê li dijî Îranê nasekine
Nûnerê parlemana Iraqê sefera vê dawiyê ya Mayk Pompêo wezîrê karên derve yê Emerîkayê bo Bexdayê wek amûrekê bo zext û zora ser Iraqê da zanîn û teqez kir: Ev hewldan dê işkestê bixwen û Iraq dê nebe beşek ji siyasetên rezîl ên Emerîkayê li dijî welatên navçê.
Serokwezîr û serokkomarê Iraqê xitabî wezîrê karên derev yê Emerîkayê teqez kirin: Bexda dê xurtkirina hevkarî û hevaltiya bi hemî hevalan û cîranên xwe ji wan bi Îranê re bidomîne.