Fermandarekî DAIŞê li rojavayê Iraqê hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304075-fermandarekî_daiŞê_li_rojavayê_iraqê_hat_kuştin
Çavkaniyên iraqî yên ewlehiyê ragihandin ku serkirdeyekî koma terorîst a DAIŞê li rojavayê Iraqê hate kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 07, 2019 09:24 Asia/Tehran
  • Fermandarekî DAIŞê li rojavayê Iraqê hat kuştin

Çavkaniyên iraqî yên ewlehiyê ragihandin ku serkirdeyekî koma terorîst a DAIŞê li rojavayê Iraqê hate kuştin.

Kanala Al-Mayadeen ragihand ku di encama operasiyona duh a artêşa Iraqê de li parêzgeha Enbarê ya rojavayê vî welatî Ebûqesûre Tûnisî serkirdê DAIŞê li vê deverê û çar endamên din ên vê koma terorîst hatin kuştin.

Çavkaniyên iraqî herwiha diyar kirin ku di encama vê êrişê de gelek terorîst jî birîndar bûn û gelek çek û cebilxanên wan jî ketin destê hêzên Iraqê.

Televîziyona Al-Mayadeen herwiha ragihand ku Ebûqesûre Tûnisî li gişt teqîn û kiryarên terorîstî yên DAIŞê li parêzgehên Enbar, Selahedîn û Nunewayê dest hebûye.