Hezîran 09, 2025 14:42 Asia/Tehran
  • Hermûşa Cergelanê; ji Qozaxeyê heta Mafûra Tirkemanî

Xwedîkirina Kurmê Qezê yan jî Kurmê Hermûşê mîrateke kevn û aborî li navçeya Raz û Cergelanê ya Xorasana Bakûr e û wek xîm û bingeheke sereke yên debara jiyanê û çanda gel, roleke bibandor di kêmkirina hejariyê li vê navçeya dûrketî û kêmtir-behremend ji hêla aborî va hebûye.

Parêzgeha Xorasana Bakûr bi hilberîna 42.9 kg di her pakêtekê da û berhemanîna 320 ton qozaxeya şil a Kurmê Qezê xwedî pileya yekem di warê Xwedîkirina Kurmê Qezê an jî Noxandariyê da û her wiha xwedî pileya sêyem di warê asta berhemanînê da ye.

Keşûhewaya guncan, derfeta çandin û şînkirina Dara Tûyê û hin piştevaniyên weke kirrîna misogerkirî, rewşeke guncan ji bo geşatiya xwedîkirina Kurmê Qezê li vê parêzgehê dabîn kiriye. Heyama xwedîkirina demkurt a 45 rojî û têçûyên wê yên hindik, Noxandariyê veguherandiye bo yek ji çalakiyên aborî yên herî pirr-qezenc ji bo malbatên gundî. Hermûşa berhemhatî li Cergelanê ne tenê materyalên seretayî yên binirx ji bo pêşesaziya hûnandina mafûran li vê parêzgehê dabîn dike, her wiha bûye sebeba xurtkirina hunera xalîçeyên Tirkemanî ku bedewiya wan li bazarên Ewropayê jî binavûdeng e. Ev pêşeszî bi dabînkirina şert û mercên şixulînê ji bo zêdetirî 3639 kesan, beşeke cudanebûyî ji çand û abora Xorasana Bakûr e.

Serepeyv