Deşta Sosinê ya Xûzistanê
Nîsan 08, 2025 12:32 Asia/Tehran
Deşta Sosinê ji balkêşiyên xwezayî yên Parêzgeha Xûzistanê di 35 kîlomitirya bakurê rojavayê Şaristana Îzeyê ye.
Ev navçe ji du navçeyên Deşta Sosina Rojhilat bi navendiya gundê Cengeyê û navçeya Deşta Sosina Rojava bi navendiya gundê Tirşikê pêk hatiye û li nêzikî sînorê Parêzgeha Çarmehal û Bextiyariyê ye. Derbasbûna çemê Karûnê ji nav deştê rewşeke guncan ji bo geştyarî û çalakiyên têkildar dabîn kiriye.
Çêregehên berfireh, avhewayê baş û hebûna koçerên Bextiyarî ji taybetmendiyên vê navçeyê ne.