Guleşta Luço li Mazinderanê
Tebax 08, 2024 19:00 Asia/Tehran
Luçû peyveke hevdudanî ya pêkhatî ji Lu yanî rex an jî lêvik û Ço bi wateya darik e. Di vê guleştê da darikek bi bilindahiya 3 mitran li meydana pêşbirkê tê danîn û xelata qaremaniyê lê tê daleqandin. Pêşbirkên Guleşta Luçoyê havîna her sal di meha Mordadê li şaristana Babolê ya Parêzgeha Mazinderanê ya bakurê Îranê tên lidarxistin. Di pêşbirkên mezin û fermî da pez û golik wek xelat tên pêşkêşkirin.