Berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê
Rejîma Sîyonîst di dewama destdirêjî u binpêkirina agirbesê da li Zîvala Xezzeyê, hela jî êrişên ser navşeyên naskirî bi navê Xeta Zer li rojhilata Zîvala Xezzeyê didomîne, malan dide ber bombeyan û binesazîyên mayî jî têk dide u wêran dike.
Leşkerên artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker hin navçeyên bakur- rojhilata Xan Yûnisê dan ber gulle u topan. Medyayên filistînî herwiha ragihandin ku balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst navçeyên rojhilata şarê Xezzeyê dan ber bombeyan. Leşkerên Rejîma Sîyonîst herwiha êrişî şarê Beyt Lahîya li bakura Zîvala Xezzeyê kirin. Di halekî da ku şarê Xezzeyê heta piştî agirbesê jî aramîyê nedîtiye hejmara şehîdan li vê zîvalê her ku diçe zêde dibe u jorda diçe.
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku di 24 sietên buhurî da meytê 8 şehîdî u 16 birîndaran ji bo nexweşxaneyên Xezzeyê hatin veguhestin. Li gorî ragehandina vê wezaretxaneyê, ji destpêka agirbesê va heta nika 366 filistînî di encama êrişên Rejîma Sîyonîst da hatine şehîdkirin u 938 kes jî hatine birîndarkirin. Bi giştî hejmara şehîdan ji destpêka êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê va rabû 70 hezar u 125 kesî, di halekî da ku bi hezaran kes jî di bin kavilan da mane. Di berdewamîya binpêkirina agirbesê bi destê Rejîma Sîyonîst va li Zîvala Xezzeyê da, leşkerên dagirker ên Rejîma Sîyonîst êrişî hin navçeyên rexê rojavaya çemê Urdinê kirin ku bû sedema pevçûnê di navbera wan u ciwanên filistînî da.