Jin û zarokên Xezzeyê hîn jî birçîtiyê dikşînin
Berdevkê NY derbarê dewama êrişên esmanî yên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê hişyarî da û got: Jin û zarok li Xezzeyê hîna jî birçîtiyê yan kêmasiya xwarekê dikşînin.
Îstifan Ducarîk, Berdevkê NY got: Zêdetirî sedî 60ê jinên ducanî û dayikên ciwan li Xezzeyê ji ber kêmasiya xwarekê îza dibin. Nivîsgeha Karûbarên Mirovî ya NY (OCHA) her wiha daxwaza derbasbûna bê astengî û berdewam nav Xezzeyê û pêşkêşkirina pêdiviyên bingehîn ji wan xwarekên bi qawet ji xelkê wê re kir. Wî her wiha tekez kir ku nabe sivîl bikevin ber êrişan. Li gorî qanûnên navneteweyî yên mirovheziyê, divê sivîl her tim werin parastin. Ducarîk tekez kir: Gelê Xezzeyê her tim tên awarekirin. UNICEFê hişyarî daye ku zarok ev çend roj in di nav bombebarana berdewam, gulleavêtin û her wiha di nava meytan di nava tirs û xofê de dimeşin. Rewşa bêyî xwarek û bêyî av têra xwe zehmet e û divê bi dawî bibe.
Ducarîk derbarê başûrê Xezzeyê de jî got: Malbat li peravê di konên demkî yên pir qelebalix de dijîn. Bi nêzîkbûna zivistanê ,kon di ber xetera rabûna lehiyê de ne .Di eynî demê de Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê careke din derbarê rewşa xirab a mirovî li Xezzeyê hişyarî da û tekezî ser pêwîstiya tedbîra bilez ya civaka navneteweyî jibo rawestandina şêr û lêkolîna li ser rewşa bi qeyran a xelkê sivîl kir.