Operasiyoan Qesam li Xezzê û El Qudsê li Perrava Rojava
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i356339-operasiyoan_qesam_li_xezzê_û_el_qudsê_li_perrava_rojava
Tabûrên Izedîn Qesam ragihandin şervanên wan du bûldozêrên leşkerî li bajarê Xezzê kirine hedef.
(last modified 2025-09-25T12:03:38+00:00 )
Îlon 25, 2025 16:29 Asia/Tehran
  • Operasiyoan Qesam li Xezzê û El Qudsê li Perrava Rojava

Tabûrên Izedîn Qesam ragihandin şervanên wan du bûldozêrên leşkerî li bajarê Xezzê kirine hedef.

Tabûrên Izedîn Qesam, baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê ragihandin şervanên wan du bûldozêrên leşkerî yên cûreya D9`ê yên artêşa dagirkir li bajarê Xezzê dane ber mûşekên Yasîn 105`ê. Qesam herwiha ragihand: Şervanên me roja Sêşemiyê, tirombîleka leşkerî ya artêşa Rejîma Siyonîst li taxa Şêx Rizwan a Xezzeyê  bi bombekê teqandin ku di encamê de hemû kesên têde hatin kuştin. Tabûrên El Quds, baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî jî ragihand şervanên wan leşkerekî peya yê artêşa dagikir xistine kemînekî li derdora maleka dorpêçkirî ev hedef girtin.