Îlon 22, 2025 17:15 Asia/Tehran
  • Xezze- Hişyariya derheq kêmbûna giran a alavên pizişkî li başûrê Xezzeyê

Serokê taxima birêvebiran a nexweşxaneyekî li başûrê Xezzê got: Nexweşxaneyên hikûmî û gerok ên li başûrê Zîvala Xezzeyê, nikarin hejmareka zav a niştecih û awareyan werbigirin.

Doktor Soheyb Hems, Serokê taxima birêvebiran a nexweşxaneyekî li başûrê Xezzê got: Rejîma dagirkir, xelkê Xezzê neçar dike ku ber bi başûr ve koç bikin ku ev yeka zexta li ser nexweşxane û pişkên xizmetguzariyê çendqatî dike. Vî rayedarê pizişkî yê Xezzê got li başûrê Zîvala Xezzê, ti cihek ewleh tine; Hemû navçe qerebalix, xeternak û bêyî xizmetên berayî ne. Nexweşxane tim di ber sekinandina tam a xizmetan da ne. Ji dema ji nûve destpêkirina şêrr di 18`ê Adarê de alîkariyên pizişkî bi qasê têrê negihîştine destê me.

Doktor Suheyb Hems got, di deh rojên dahatî de bi neçarî pişkên zêdetir ên vê nexweşxaneyê wê bên girêdan û eva nîşaneka pirr xeternak e.

Serepeyv