Îlon 20, 2025 17:16 Asia/Tehran
  • Hindî: Têkilîya bi Rejîma Sîyonîst ra lêdana xencerê nav dilê umeta islamê da ye

Cîgirê Sersekreterê Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê ji ber bêdengîya rejîmên ereb himber cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê û nîşannedayîna helwesteke teqil himber vê rejîmê di civîna Duheyê da rexne kir.

Mihemed Hindî Cîgirê Sersekreterê Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê wek berteka himber daxûyanîya bi dû civîna awarte ya welatên ereb- misilman li Duheyê got: Divê welatên ereb u misilman biizanibin ku şermezarkirina u daxwaza vik u vala ji bo bidawîhanîna destdirêjîyên ser Xezzeyê qet têrê nake. Wî herwiha got ku asayîkirina peywendîyan di navbera welatên misilman û rejîma dagirker a sîyonîst da xencerek e ku ji pişt va li dilê umeta islamê dikeve. Wî herwiha got: Dewletên islamî divê hibmer destdirêjkerî û pozbilindîya Rejîma Sîyonîst hevkarîyên tev rejîma dagirker û asayîkirina peywendîyan tev wê bi awayekî teil rawestînin. 

Serepeyv