Îlon 17, 2025 18:06 Asia/Tehran
  • Hejmara şehîdên Xezzeyê ji 65 hezar kesan derbas bû

Di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê di 24 sietên borî de 98 filistînî hatine şehîdkirin û 385 kes jî birîndar bûne.

Ji vê hejmarê 7 kes li navendên alîkariya mirovî hatine şehîdkirin.Çavkaniyên filistînî jî ragihnadin ku balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst bi giranî êrişî kampa Şatî li rojavayê bajarê Xezzeyê kirin. Artêşa Rejîma Siyonîst di 24 sietên borî de êrişî 140 cihên bajarê Xezzeyê kiriye.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku ji destpêka êrişên artêşa Rejîma Siyonîst di 7ê Cotmeha 2023an de heta nika, hejmara şehîdan li Xezzeyê gihîştiye 65 hezar û 62 kesan û hejmara birîndaran jî rabûye 165 hezar û 697 kesan.

Serepeyv