Îlon 05, 2025 18:36 Asia/Tehran
  • Zêdebûna hejmara şehîdên Xezzeyê

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê piştî 700 rojên şêrr, derbarê birojkirina hejmara qurbaniyên şerê Xezzeyê di vî şerê wêranker de agahî da.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê îro ragihand: Di 24 sietên borî de 69 kes şehîd bûne û 422 birîndar jî bo nexweşxaneyên Xezzeyê hatine veguhastin.

Li gorî  ragehandina vê wezaretxaneyê, hejmarek ji qurbanîyan jî di bin kavilan de û li kolanan mane, ji ber ku ambulans û Komên Berevaniya  sivîl niha nikarin bigihîjin wan.

Di vê amara nû de hatiye tekezkirin ku hejmara şehîdên destdirêjiya dagirkeran ji 7ê Cotmeha 2023an ve gihîştiye 64 hezar û 300 şehîdan û 162 hezar û 5 birîndaran. 

Vê wezaretxaneyê derbarê şehîdên debara jiyanê de jî got: Hejmara qurbaniyên pariyeke nîn ku di 24 sietên borî de ji bo nexweşxaneyan hatine veguhastin gihîştiye 6 şehîd û 190 birîndaran. Hejmara giştî ya qurbaniyên debara jiyanê yên ku gihîştine nexweşxaneyan rabûye 2 hezar û 362 şehîdan û zêdetirî 174 hezar û 34kes jî birîndar bûne.

Serepeyv