Îlon 02, 2025 18:33 Asia/Tehran

Wezareta tendirustiya Filistînê li bara giranbûna dûhatên karesata birsîtiyê di vê navçeyê de pêhişyarî da.

Zekeriya Ebû Qemer, cîgirê Rêvebirê Giştî yê pişka çêkirina dermanan a wezareta tendirustiya Xezzê, li bara qeyrana giran û bêmînak a bona dabînkirina dermanan û pêdiwiyên pizişkî li nexweşxaneyan pêhişyarî da û pêgîrî kir ku ev rewşa gefê li jiyana nexweşan dixwe. Ebû Qemer amajeyî vî yekî kir ku dorpêç û girtina pêşiya derbasbûna dermana ji aliyê Rejîma Siyonîst ve ji destpêka şêrr ve berdewam e û pêhişyarî da ku berdewamiya vê kêmbûnê dikare bibe sedema xetera rasterast a ji bo jiyana nexweşan û pêkanîna dûhatên giran û şer û mercên nexweşxaneyan bi giranî qeyranî bike. Hevgavê viya wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê ragihand Xezze di halê ji navçûna hêdî hêdî ye û rewş wisa lê hatiye ku xelk li kolanên Xezzê dimirin. Hevgavê viya medyayên siyonîst basa nakokiya ber bi zêdebûnê ve ya di navbera leşker û siyasetmedarên kabêneya Rejîam Siyonîst de li ser dewama şerrê Xezzê dikin. Li gorî medyaya Haarêtsê giranbûna van nakokiyan dikare rê ji bo dev jikarberdana rayedarên leşkerî yên Siyonîst xweş bike. Ji hêla din ve berdevkê wezareta karên derve ya Qeterê ragihandiye Rejîma Siyonîst heta nika ti bersivek nedaye pêşniyara vê dawiyê ya agirbesê.

Macid Ensarî gotiye hewldana Rejîma Siyonîst ji bo dagîrkirina Xezzê, canê girtiyên siyonîst dixe ber xeter û metirsiyê. Wî herwiha gotiye tevî viya meriv nikare mijara mirovî û xelayê li gotûbêjên agirbesê re girêde û divê Rejîam Siyonîst rêya derbasbûna alîkariyên mirovdostane bo Xezzê veke.

Serepeyv