Belavbûna vîrûseke nû li Xezzeyê
Rêvebirê Komavahîya Pizişkî ya Şifayê li Zîvala Xezzeyê derbara belavbûna vîrûseke nû û nenaskirî li vê zîvalê da hişyarî da û pêgirî kir ku nebûna emrazên pêderxistinê, bûye sedema qeyranîtirbûna rewşê.
Dr. Mihemed Ebû Selîmê got: Vîrûsek di nav niştecîyên Zîvala Xezzeyê da belav dibe ku ti emrazek di destê me da ji bo pêderxistina wê tineye. Niştecîyên Xezzeyê ji ber bedxworakîyê dinalin ku ev yek dibe sedema daketina asta şîyana berevanîyê ya laşê wan. Ji ber vê rewşê û nebûna ava vexwarinê ya saxlem rewşa niştecîyan qeyranîtir bûye. Di vî halî da NY hişyarî daye ku li Xezzeyê zêde ji 500 hezar kesî bi xelaya tam ra rûbirû ne û canê wan ber xeterê ye.
Ji hêla din va, di dewama piştgirîyên cîhanê ji gelê Xezzeyê da, karwanê alîkarîyên mirovdostîyê ku ji çend gemî û çalakên ji welatên curbicur va pêk tê, ji Barselonayê va ber bi perravên Xezzeyê bi rê ket. Ev karwana ji 70 gemîyan pêk tê, karwanê herî mezin ku heta vê gavê ber bi Xezzeyê va bi rê ketîye û dikare ne tenê ji hêla sîyasî va belkî ji hêla leşkerî va jî hevkêşîyek ji bo Rejîma Sîyonîst were hesêb.
Piştî vê pêngava mezin a cîhanî, kabîna Rejîma Sîyonîst civîneke taybet li dar xist. Armanca wê civînê jî hilkolandina plana sekinîna hibmer wê komgemîya mezin e ku ji Barselona, Sîsîl, Yûnan û Tûnisê va ber bi Xezzeyê bi rê ketîye.