Tebax 31, 2025 19:10 Asia/Tehran
  • Jordaçûna hejmara şehîdan li Xezzeyê

Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Xezzeyê di 24 saetên buhurî da, 88 welatîyên filistînî hatin şehîdkirin û 421 kes jî hatin birîndarkirin.

Ji hejmara şehîdên hanê, 30 kes di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser navendên parvekirina alîkarîyên mirovdostîyê da hatin şehîdkirin û 166 kes jî hatin birîndarkirin û bi vî awayî hejmara şehîdên bi navê Şehîdên Parîyekî Nîn rabû 2 hezar û 248 kesî û ya birîndaran jî rabû 16 hezar û 600 kesî.

Herwiha hejmara şehîdên Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika rabû 63 hezar û 459 kesî. 

Serepeyv