Tebax 28, 2025 18:58 Asia/Tehran

Xezze ji çend mehan berî nika ve tûşî qeyrana giran a mirovî ve hatiye û xelkê vê navçeyê bi taybet jin û zarok, di rewşeke pirr dijwar de dijîn.

Li rex bombebaranan, qeyrana mirovî ya li Xezzê bi berfirehbûna nexweşiyên vegir re dijwartie bûye. Eymen Ebû Rehme, birêvebirê pişka pizişkî ya wezareta tendirustiya Xezzê gotiye: Zêde ji 500 hezar zarok li ber xetera rasterast sa ne. Wî pêgîrî kir ku qeyrana ava ji bo vexwerinê, kawilbûna berfireh a binavahiyên dermankirinê ku ji hegerên herî girîng ên zêdebûna belavbûna nexweşiyan e, dilnîgeraniyên li ser pêkhatina karesateka mirovî, duqatî kiriye. Di eynî demê de Fîlîp Lazarînî, serkomîserê UNRWA`yê, bi rexnekirina bêtevgerbûna civaka cîhanî, ragihand ku tenê hêrsbûn têrê nake û nika dema kareke lezgîn û di piratîkê da û vîna cidî ya siyasî ji bo bidawîanîna vê dûjeha li ser rûyê erdê ye.

Ji hêla din ve Stêfan Ducarîk, berdevkê NY, li bara rewşa Xezzê pêhişyarî daye û gotiye: Sala nû ya xwendinê va digihîje û zarokên Xezzê ji bo sala sêyan a bidûhev, wê derfeta xwendinê ji dest bidin. Wî berdewam kir: Perwerdehî mafeka bingehîn e û nabe ti zarokek jê bêpar be.

Stêfan Ducarîk ji bilî pêgîriya li ser parastina mafê dewama xwendinê ji bo zarokên Xezzê, daxwaza vekirina demlidest a dibistanan û xweşkirina rê ji bo dewama xwendina zarokên filistînî kir. Berdevkê NY herwiha pêhişyarî da ku dewama vê qeyranê, gefê li dahatiya tam niwşekê li Xezzê dixwe û kêmbûna zav a xwerin, av û dermanan, canê gelek kesan xistiye ber xeter û metirsiyê.

Serepeyv