Hejmara şehîdên şerrê Xezzê rabû 62 hezar û 192 kesî
Wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê ragihand di 24 saetên buhurî de 70 filistîniyên din di encama êrişên hovane yên siyonîstan ser vê navçê de şehîd bûne û 356 kes jî birîndar bûne.
Wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê ragihand ji destpêka şerrê dijî Xezzê di 7`ê Cotmeha 2023`an de heta nika, hejmara şehîdên filistînî gihîşte 62 hezar û 192 kesan û hejmara birîndaran jî rabûye 157 hezar û 114 kesan.
Wezareta tendirustiya Xezzê herwiha ragihand ku di nava goriyên vê dawiyê de 18 şehîd û 117 birîndar ew kes in ku di rêzên wergirtina alîkariyên mirovdostane de bûne ku ji aliyê leşkerên Rejîma Siyonîst ve hatine hedefgirtin.
Bi vî awayî hejmara şehîdên ser navê Şehîdên Pariyek Nan gihîştiye du hezar û 36 kesî û hejmara birîndaran jî rabûye 15 hezar û 64 kesî.
Rejîma Dagirkirê Qudsê di van rojên buhurî de, pilanek ser navê Erebeyên Gedûnê ji bo dagirkirina tam a Xezzê destpê kirine ku rastî nerazîbûnên tund li navçe û cîhanê ve hatiye.