Operasyona kemînê ya Tabûrên El-Qesam dijî hêzên Siyonîstî li başûrê Xezzeyê
Tabûrên El-Qessam ragihand ku têkoşerên vê komê operasyonek dijî yekîneyeke leşkerî ya Rejîma Siyonîst li devera El-Beresî, li başûrê taxa El-Zeytûn a bajarê Xezzeyê pêk anîn.
Tabûrên El-Qesam, baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas), di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên vê koma berxwedanê komeke berxwedanê ya komeke leşkerên dagirker ên siyonîst bi avêtina roketek dijî-tank a TBG dan ber êrişan û hwevdem bi çekên sivik û tîrbarê leşkerên Rejîma Siyonîst dan ber gulleyan.Di dewamiya operasyona tabûrên El-Qessam de, du wesayîtên zirxî yên Rejîma Siyonîst bi du bombeyên El-Emel El-Fîdayî ku di beşa kabîna ajokar de hatibûn bi cih kirin, hatin îmhakirinû wesayîtek din a zirxî ya cureya taygir bi roketek dijî-zirix a Yasin 105 dan ber êrişan.
Her wiha, di dema vekişîna Hêzên El-Qesam du xanîyên din ên ku cihê leşkerên siyonîst bûn bi roketên dijî-tank ên Tandom û Yasin 105 ketin ber êrişan ku di encamê de hejmareke zêde ji leşkerên siyonîst hatin kuştin an birîndarkirin.