Belavbûna nexweşiyên berxwedêr li himber antîbiyotîkan li Zîvala Xezzeyê
Cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê di halekî de zêde bûne ku çavkaniyên tenduristiyê yên navneteweyî basa belavbûna nexweşiyên berxwedêr li himber antîbiyotîkan li Zîvala Xezzeyê dikin.
Çavkaniyên bawerpêkirî yên pizîşkî ên cîhanê ragihandin ku zîvala Xezzeyê bi belavbûna nexweşiyên berxwedêr li himber antîbiyotîkan û gefek nû li seranserê vê navçeyê re rûbirû bûye.Rîk Piyerkorn, Nûnerê Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê li Filistînê, got ku dermanên zimhêrkirî li Xezzeyê xilas bûne û filistînî rastî rewşeke nalebar hatine û hişyarî da ku zêdebûna asta bakteriyên berxwedêr li himber dermanan tê wateya nexweşiyên xeternak û veguhestina bilez a nexweşiyên ku dibin sedema kêmgirtinê. Rêvebirê Komavahiya pizîşkî ya Şifayê jî ragihand ku 320 hezar zarok li Zîvala Xezzeyê bi kêmbûna xwarinê re rûbirû ne, ku ji wan 17 hezar kes ji ber kêmasiya xwarinê ya giran êşê dikişînin.
Wî tekez kir ku nexweşxane tenê dikarin zarokan bi hinek derziyên taybet bi awayekî demkî zindî ragirin, lê ev tedbîr wek dermankirinek tam û tekûz nayên hesibandin. Wî tekez kir ku li gorî pîvanên cîhanî, Xezze rastî birçîbûneke rastî hatiye û wî bang li NY kir ku vê navçeyê wek navçeyeke bikaresat û xelalêxistî ragehîne.
Dezgeha Cîhanî ya Xwarekê jî bang li welatên cîhanê kir ku tedbîrên lezgîn jibo zêdekirina alîkariyan bikin. Eva di demekê de ye ku gelek rayedarên rojavayî jî berdewamiya dorpêç û cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezeyê bi tundî şermezar kirine û daxwaza bidawîhanîna bilez a jînosaydê li Xezzeyê kirine.