Tebax 12, 2025 13:49 Asia/Tehran

Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê ragihand ku Xezze rastî hilweşîna tam a sîstema tenduristiyê û xel û birçîbûneke giran hatiye.

Di roja 148-emîn a destpêkirina şerê hovane yê rejîma Siyonîst li dijî zîvala Xezzeyê de, rejîma dagirker tam î rê li ber derbaskirina xwarin û dermanan girtiye, ji ber vê yekê zêdetirî 2 mîlyon filistînî li zîvala Xezzeyê birçî mane.

Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê hişyarî da ku binesaziya tenduristiyê di encama êrişên dubare yên rejîma Siyonîst tam têk çûye û zirûfa wergirtina nexweşxaneyên li zîvala Xezzeyê ji sedî 300 derbas bûye, ku zextek zêde ser sîstema tenduristî û pizîşkî kiriye.Rêvebirê  Komavahiya pizîşkî ya El-Şifa her wiha ragihand ku 350 hezar zarokênbin pênc salî de li Xezzeyê ji ber kêmbûna xwarinê  êşê dikşînin. Birçîbûna li Xezzeyê ketiye qonaxên xeternak û bandor li hemî temenan kiriye.Wezareta Tenduristiyê  her wiha ragehand hejmara kesên ku ji ber birçîbûn û kêmbûna xwarinê jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 227 kesan, ku 103 ji wan zarok in. Nivîsgeha medyayê ya hikûmeta Filistînê li zîvala Xezzeyê bi daxuyaniyekê ragehand:Netanyahu îdia kiriye ku 2 milyon ton xwarin derbasî zîvala  Xezzeyê, bûye lê zîvala Xezzeyê pêwîstî bi 23 milyon ton xwarin û alîkariyên cûrbecûr heye. Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê tekez kir ku ji bo derbaskirina alîkariyê divê agirbest pêk were û alîkariya heyî têrê nakin.

Serepeyv