Şehîdbûna 222 kesî li Xezzê ji birsiya û bedxwerinê
Di dewama dorpêça giran a Xezzê û girtina pêşiya derbasbûna alîkariyên hewce, hejmara şehîdên ji birsiya û bedxwerinê di vê navçeyê de rabû 222 kesî.
Wezareta tendirustiya Xezzê ragihand ku di mideha 24 saetên buhurî de 5 kes ji birsiya û bedxwerinê şehîd bûne ku yek ji wan zarok bû. Hejmara gişt şehîdên ji birsiya û bedxwerinê di vê navçeyê de rabû 222 kesî ku 101 kes ji wan zarok in. Ji sibeha îro ve herîkêm 40 welatiyên filistînî di encama êrişên hewayî yên artêşa Rejîma Siyonîst ser navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzê de şehîd bûn.
Balafirên Cengê yên rejîma Siyonîst navçeya Şocaiyê li rojhilata bajarê Xezzê dan ber bombeyan. Hin malên li taxa El Zeytûnê li başûr rojhilatê bajarê Xezzê jî ketin ber êrişên balafirên cengê û topxaneyên artêşa Rejîma Siyonîst.