Tîrmeh 31, 2025 13:01 Asia/Tehran
  • Êrişa bajaroknişînên siyonîst ser Mizgevta Eqsayê

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku 587 bajaroknişînên siyonîst êrişî Mizgevta Eqsayê kirin, ku rastî nerazîbûna filistîniyan hat.

 Di halekî de ku siyonîst ji destpêka vê salê ve planên xwe yên ji bo guhertina nasnameya cihên pîroz ên Filistînî, bi taybetî jî Mizgevta Eqsayê, berfireh dikin, bi sedan bajaroknişînên siyonîst, bi piştgiriya artêşa vê rejîmê, êrişî Mizgevta Eqsayê kirin.

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku 587 bajaroknişînên siyonîst bi piştgiriya polîsên dagirker vê sibê êrişî Mizgevta Eqsayê kirin û li dijî Filistîniyan dest bi reftarên hander kirin. Li gorî  bawera karzanan , hemû nîşane dibêjin ku rejîma dagirker dixwaze komploya xwe ya parvekiri9na dem û cihê Mizgevta Eqsayê û wêrankirina wê  bisepîne mijara ku rastî dijberiya misilmanên cîhanê hatiye.

Serepeyv