Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzê
Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzê
Bi hesibandina vê hejmarê, hejmara şehîdên filistînî ji dema destpêbûna şerrê Xezzê di 7`ê Cotmeha 2023`an de heta nika rabû 60 hezar û 138 kesî û hejmara birîndaran jî rabû 146 hezar û 269 kesan. Hejmara şehîdên birsî ku di rêzên wergirtina xwerinê de bûn, di 24 saetên buhurî de 60 kes û hejmara birîndaran jî 195 kes hatiye ragihandin ku bi vî awayî hejmra şehîdên di rêzên wergirtina alîkariyan de rabû 1239 şehîdî û 8125 birîndaran. Çavkaniyên filistînî jî basa şehîdbûna Îbrahîm Hecac, nûçegîhanê filistînî di encama êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîst ser navçeyên rojhilat ên bajarê Xezzê kir ku hejmara nûçegîhanên şehîd ji dema destpêbûna şerrê jînûsaydê ya Rejîma Siyonîst ser Xezzê gihîştiye 233 kesî.