Birîndarbûna 9 leşkerên sîyonîst li rexê rojavaya çemê Urdinê
Tîrmeh 24, 2025 12:38 Asia/Tehran
Di encama operasyoneke pêlêkirina bi maşînê da li bajarokê sîyonîstnişîn ê Kefer Yonayê ku ketîye rojavaya Tûlkermê, 9 leşkerên dagirker birîndar bûn ku tê gotin rewşa hinekan giran û xeddar e.
Di encama êrişekê da ku vê sibê li çarrêyana Heçaron li nêzîkî bajarokê Kefer Yonayê ku ketîye rojavaya Tûlkermê, 9 bajaroknişînên sîyonîst birîndar bûn ku rewşa hinekan giran e.
Medyayên Rejîma Sîyonîst ragihandin ku pêkînerê operasyonê bi silametî ji cîyê bûyerê dûr ketîye û birîndarên vê êrişê ew leşkerana bûn ku li rawestgeha otobosê ya Kefer Yonayê sekinîbûn.
Tevgera Hemasê di daxûyanîyekê da lidarxistina vê operasyona qaremanane li rojavaya Tûlkermê ku di encamê da 9 leşkerên sîyonîst birîndar bûn, pîroz kir.