Tîrmeh 23, 2025 16:23 Asia/Tehran
  • Berdewambûna êrişên Rejîma Sîyonîst ser Xezzeyê

Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser navçeyên curbicur ên Xezzeyê di 24 saetên buhurî da, 113 kes hatin şehîdkirin û 534 kes jî hatin birîndarkirin.

Li navendên parvekirina alîkarîyan jî ku bûn armnanca êrişên Rejîma Sîyonîst, di 24 saetên buhurî da 34 kes hatin şehîdkirin û zêde ji 644 kes jî hatin birîndarkirin û bi vî awayî hejmara şehîdên li navendên hanê rabû hezar û 60 kesî û ya birîndaran jî rabû 72 hezar û 7 kesan.

Leşkerên Rejîma Sîyonîst di dewama êrişên ser navçeyên curbicur ên rexê rojavaya çemê Urdinê da, li Nablosê êrişî nexweşxaneyê jî kirin.

Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê da ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika 59 hezar û 216 kes şehîd bûne û 143 hezar û 45 kes jî birîndar bûne.

Komên berxwedêr ên filistînî jî ragihandin ku tevî êrişên hewayî yên giran ên Rejîma Sîyonîst û dorpêçkirina Xezzeyê, derbeyên giran li leşkerên israyîlî dixin.  

Serepeyv