UNRWAyê derheq birsîragirtina enqest a li Xezzeyê da hişyarî da
Ajansa Alîkarîgîhandin û Karpeydakirina bo Awareyên Filistînî ya NY (UNRWA) derheq xeddarbûna rewşa mirovî li Zîvala Xezzeyê hişyarî da û ragihand ku Rejîma Sîyonîst sivîlan ji wan milyonek zarokî li vê herêmê bi awayekî enqest birsî radigire.
Di roja 653yan a şerê li Xezzeyê da, birsîbûna gel li Zîvala Xezzeyê ya karesatlêketî ya di encama dorpêçbûna vê herêmê bi destê Rejîma Sîyonîst, bêhna hr kesî çikandîye û hejmara candayîyên ji ber vê birsîbûnê her ku diçe, jorda diçe.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê ragihand ku kadroyên pizişkî û nexweş di rojê da carekê jî xwarekê naxwon û ev yek gefê li şîyana wan a pêkanîna erkê û nîşaneya candayîna merivan a ji birsîya ye.
UNRWAyê derheq giranbûna rewşa mirovî li Xezzeyê hişyarî da û careka din xwest ku dorpêça ser Xezzeyê demlidest were rakirin û xwarek ûderman bêyî şert û merc derbasî vê herêmê bên kirin û pêgirî kir ku berdewambûna dorpêça ser Zîvala Xezzeyê canê bi milyonan kesî xistîye ber xeterê.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê herwiha di raporekê da ragihand ku hejmara kesên ji ber bedxworakî û birsîbûnê canê xwe ji dest didin, her ku diçe zêde dibe û komkujîyên giran li nêzîkî cîyên belavkiina alîkarîyên mirovdostîyê pêk tên ku ev jî xetereke din himber canê bi hezaran kesên niştecîyê Xezzeyê ye.
Ev di halekî da ye ku Tevgera Hemasê di daxûyanîyeke tund da, Rejîma Sîyonîst û Amerîkayê berpirsê kuştina zêde ji 60 fiilstînîyan a di dema belavkirina xwarekê da li bakura Xezzeyê zanî û ji civaka cîhanî xwest ku ji bo sekinandina jînossaydê û rakirina dorpêça himber Xezzeyê bikeve dewrê. Rêxistinên navxweyî û navdewletî û Lêjneyên Mafên merivan ên NY jî ji civaka navdewletî xwestin ku ji bo sekinandina şerê qirrkirinê yê li Xezzeyê, zorê bidin ser Rejîma Sîyonîst.