Hejmara şehîdên Xezzeyê gihîşt 58 hezar û 765 kesan
Tîrmeh 19, 2025 16:34 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê derbarê zêdebûna hejmara şehîdên êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê agahî da û ragihand ku heta niha 58 hezar û 765 welatiyên filistînî şehîd bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê îro ragihand: Di 24 sietên borî de, di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê de 98 filistîniyên din şehîd bûne û 511 kes jî birîndar bûne.
Ji 18ê Adara 2025 an vir ve, hejmara şehîdan li Xezzeyê gihîştiye 7 hezar û 938 kesan an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 28 hezar û 444 kesan.
Hîna hejmarek ji qurbaniyên cinayetên siyonîstan li Xezzeyê di bin kavilên avahiyan de an jî li kolanan mane û hêzên alîkarî û Berevaniya sivîl ji ber giraniya bombebaranê nikarin bigihîjin wan.