Tîrmeh 16, 2025 16:06 Asia/Tehran
  • Jordaçûna hejmara şehîdên Xezzeyê

Di encama berdewambûna destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê da hejmara şehîdên li herêmê ji destpêka operasyona Bahoza Eqsayê heta niha gihîştiye 58 hezar û 573 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku di 24 sietên derbasbûyî de li vê deverê 94 kes şehîd bûne  û 252 kes jî birîndar bûne. Li gorî vê raporê, ji destpêka qonaxa nû ya êrişa ser Xezzeyê di 18ê Adara 2025an de, 7 hezar û 750 kes şehîd bûne û 27 hezar û 566 kes jî birîndar bûne.

Di 24 sietên derbasbûyî de herwiha 7 kes ji sxelkê Xezzeyê ku li benda alîkariyê bûn ketin ber êrişan û şehîd bûn û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûn, bi vî awayî hejmara giştî ya şehîdên  nasiyar şehîdên bi pariyekî nan rabû 851 kesî û hejmara birîndaran jî rabû 5 hezar û 634 kesan.

Bi vî awayî ser hev da hejmara şehîdan ji 7ê Cotmeha 2023an ve li Xezeyê gihîştiye 58 hezar û 573 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 139 hezar û 607 kesan.

Serepeyv