Şehîdbûna 700 filistînîyan di rêzên avê da
Nivîsgeha Medyayî ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê ragihand ku di encama cinayetên Rejîma Sîyonîst da, zêde ji 700 filistînî di rêzên wergirtina avê da hatine şehîdkirin.
Hikûmeta Filistînê li Xezzeyê ji civakên navdewletî û dezgehên mirovdost xwest ku bi pêngaveke demlidest rê li ber şerê Rejîma Sîyonîst ê tênîhîştina gelê Xezzeyê bigirin û bidestxistina azad ûewelh a ava vexwarinê ji bo niştecîyên Xezzeyê garantî bikin.
Dayra Avê ya Qudsa dagirbûyî jî ragihand komeke sîyonîstên bajaroknişîn şeva buhurî êrişî bîrên herêma Eyn Samîya li nêzîkî gundê Kefer Malik li parêzgeha Ramellahê ku çavkanîya dabînkirina ava gund û baajrokên rojhilata Ramellahê tê hesêb, kirin û gellek zîyan gîhandinê.
Ji hêla din va sîyonîstên tundrê êrişî kamyonên hilgirê alîkarîyên merivdostane yên ji Urdinê li nêzî şarê Arad li Neqeba dagirbûyî kirin û rê li ber wan girtin.