Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzê û jordaçûna hejmara şehîdên filistînî
Tîrmeh 13, 2025 12:46 Asia/Tehran
Artêşa Rejîma Siyonîst jînûsayda li Xezzeya dorpêçbûyî didomîne û di encama vê jînûsaydê de hemû rojê bi dehan kes şehîd û birîndar dibin.
Di cinayeta herî nû ya leşkerên siyonîst ser çend cihên Xezzê de, 139 kes şehîd bûne û 425 kes jî birîndar bûne. Artêşa dagirkir danîna kemînên mirinê ji bo kesên ku li dû xwerinê digerin, berdewam dike bi awayekî ku Nivîsgeha Mafên Mirovan a NY ragihandiye ku 798 filistînî dema wergirtina alîkariyan li Xezzê ji dawiya meha Gulanê ve şehîd bûne. Hejmara şehîdên Xezzê ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve gihîştiye 58 hezar û 26 kesan û hejmara birîndaran jî rabûye 138 hezar û 520 kesan.