Hişyarîdayîna derbara rewşa bikaresat a Xezzeyê di warê tenduristîyê da
Serokê Nexweşxaneyên Demkî yên Zîvala Xezzeyê ji ber nebûna ceryan, ava vexwarinê ya saxlem û rewşa giran a tenduristî û dermankirinê, derheq rewşa bikaresat a nexweşxaneyên vê herêmê da hişyarî da.
Merwan Hemes Serokê Nexweşxaneyên Demkî yên Zîvala Xezzeyê derbara hilweşîna tam a nijyara tendurustî û dermankirinê li vê hermê de hişyarî da û ev yeka encama bidawîhatina ardûya jeneratorên ceryanê zanî ku bûye sedema sekinandina sedî 80yê karê nexweşxaneyan û nekarabûna wan ji bo rizgarkirina bi hezaran birîndarên şêrr ku her roj tên veguhestin.
Wî herwiha got: Em di nav qeyrana rastî da ne. Tenê sedî 15 heta sedî 20ê şîyana nexweşxaneyan di dewrê da ye û ev yek encama bidawîhatina ardûya jeneratorên ceryanê ye. Heke ardû zûka neyê ber desta, bi sedan nexweş dê can bidin.
Hemes herwiha got: Her cara ku ceryan li nexweşxaneyên Xezzeyê qut dibe, em pêrgî qirrbûneke tam a nexweş û birîndaran dibin.