Rayedarê payebilind ê Hemasê: Israyîl tenê qirrkirin û kavilkirinê dizane
Yek ji rêvebirên Tevgera Hemasê bang li filistînîyan kirîye ku li rexê rojavaya çemê urdinê himber dagirkeran rabin û got: Rejîma cinayetker a Israyîlê tenê qirrkirin û kavilkirinê dizane.
Mehmûd Merdawî yek ji rêvebirên Tevgera Hemasê pêgirî kir: Cinayetên ku bajaroknişînên sîyonîst dijî gelê me li rexê rojavaya çemê Urdinê dikin, rûyê rast ê rejîma cinayetker a Israyîlê nîşan dide ku tenê qirrkirin û wêrankirinê dizane.
Wî herwiha got: Em daxwaza berxwedan û sekinîna gelanî û meydanî hibmer bajaroknişînên sîyonîst û herwiha çalakkirina lêjneyên gelanî li hemî herêm û gundên dibin armanc dikin.
Vî endamê Hemasê herwiha got: Neçalakbûna dewleta Filistînê bi serkirdetîya Teşkîlata Xwerêvebir û bêfdengîya sedema şermê ya wê û hevkarîya emnî ya digel Rejîma Sîyonîst tenê ser xêra dagirkeran û bajaroknişînan e.