Ebû Ubeyde: Em ê leşkerên îsraîlî yên zêdetir li Xezzê bigirin
Tîrmeh 08, 2025 15:47 Asia/Tehran
Berdevkê Tabûrên Qesamê li bara mayîna leşkerên Siyonîst li Xezzê piştî operasiyona şeva buhurî hişyarî da.
Ebû Ubeyde got: Operasiyona aloz a Beyt Hanûnê, derbeyeke taze û qahêm bû ku şervanên me yên egîd li artêşa lawaz û yekîneyên wê yên cinayetkartir di qadekî de xistine ku rejîma dagirkir piştî ku ti kevir û kelpîçek saxlem nehêlabû, ev dera ewleh dizanî.
Berdevkê Tabûrên Qesam destnîşan kir: Tenê berxwedan û xweragiriya xelkê me ye ku hevkêşiyan saz dike û rêya qonaxa dahatî pêk tîne. Biryara herî ehmeqane ku Netaniyahu dikare bide, parastina leşkerên xwe di nava Zîvala Xezzê de ye.